DOLAR 6,7024
EURO 7,2515
ALTIN 347,39
BIST 89.650
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
İstanbul 10°C
Hafif Yağmur

Çîroka tekoşerekî Rûken: Dijwar

22.03.2020
A+
A-

Werin çîroka bi tekoşinê ve hatiye hûnandin ji we re vebêjim. Temenê 47 sala, tekoşîna 28 sala…Werin çîroka bi rûkenî azadîyê ve hatiye girêdayin ji we re vebêjim. Çîrokek têji nirx, rûmet, tekoşîn, wate, azadî… Çîroka axa pîroz, çîroka şehîdên welatê wenda… Çîroka we, çîroka me… Çîroka Dijwaran

Dijwar Botan- 1991 Tersûs

Zivistana sala 1973’yan Koçerên Dûdêran li qontara Çiyayê Bagokê, nêziki gundê Bazar’ê yê kû girêdayî navçeya Nisêbinê konê xwe vedabun. Jiyana Koçeran herdem di rêyan de bû û warên wan jî hemû Çiya, geli û deştên Kurdistanê bûn. Di zivistana, ji qontara Çiyayê Bagokê bigire, Çiyayê Spi (Hezex), Qontara Çiyayê Cudî (Cizir) heya neqeba çiyayên Herekol û çiyayê Gabar (Şernex-Dihê) meskenê Koçera bûn. Di destpêka Biharê jî Koçeran koç dikirin û berê xwe didan Zozanên herêma Serhedê. Heya Payizê ji warên Koçeran li derdora Gola Wanê deştên Westan, Mix û Şax’ê bûn. Ber bi payizê ve Koçer disa diketin rêya, da kû herin ser Koz’ê xwe, berê xwe didan Botanê û ji Çiyayên Dihê heya qontara Çiyayê Bagokê belav dibûn.

Di sala 1973’yan de meha Sibatê de, germahîya pêşi xwe da bû hewayê, xwezayê hêdi hêdi pêşwazîya Biharê dikir. Dawîya meha Sibatê de dema kû germahîya dûyem li axê jî zêde bûbû û êdi bêhna Biharê ji deştên Kurdistanê ber bi Çiyayên Kurdistanê ve belav dibû Mehmet Sait, weki zaroka sêyemin ya malbatê, çavên xwe li qontara Çiyayê Bagokê nêziki gundê Bazar’e kû girêdayi navçeya Nisêbinê ye vekir û hate dinê.

Nisana 1973’yan hêja Mehmet Sait 2 mehi bû, Koçeran amadehîya koçê ber bi zozanên Serhedê dikirin. Koçeran Hezex, Cizir û Şernex li pişt xwe hiştin û gihiştin Dihê, Dema kû gihiştin Dihê kû li qontara Çiyayên Çiravê Mehmet Sait û dayika xwe tevi zarokên din û kesên kal li Dihê man. Ji ber kû jiyana Koçerîyê dijwar bû zarok û kal li Dihê diman û Koçeran tevi pezên xwe ve meşa xwe ya kû ji bo kû herin li ser Zozanê xwe yê li Serhedê ve dewam dikirin.

Malbata Mehmet Sait, bi sedan sala bun kû li Çiya û Deştên Kurdistanê Koçeri dikirin. Her bostek axa Botan û Serhedê de şopên Koçera hatibun nexşandin. Havina li Zozanên derdora Westan, Mix û Şaxê konê xwe vedidan û bi destpêka payizê re jî berê xwe didan Botanê, li qontarên Çiyayên Çiravê, çiyayên Niskin, çiyayê Qelender,Herekol, Gabar, Cudi û Bagokê konê xwe vedidan. Jiyana Malbata Mehmet Sait bi vi rengi, zivistanan li Botanê, havina jî li Serhedê bi Koçerîyê re berdewam kir.

Di sala 1977’an Mehmet Sait ketibû emrê xwe yê 4 sali. Malbata wi wê salê li Dihê mabûn. Heman salê di meha Gulanê de malbata Mehmet Sait, ji ber pirsgirêkên malbatî neçar man bûn kû ji Kurdistanê koç bikin. Malbata wi berê xwe dan bajarê Mêrsinê kû li başûrê Tirkiyê dikeve.

Bi sedan zarok, mêr, jin û kal di qasayên kamyona de pişti dû rojan gihiştin bajarê Mêrsinê navçeya Tersusê. Dema kû ji kamyoanan daketin, kela germahîya Mêrsinê rûyê wan şewitand. Ev ax, ev hewa, ev germahî ne dişibiya ax û hewaya welatên wan. Koçerên bi hezar sal bûn kû Çiya û Deştên Kurdistanê ji xwe re kiribûn mesken, bi hewaya Çiyan ya bi zerin mezin bibûn, ji ber germahîya Mêrsinê neçar man û hema hema hemû kes bi nexweşîyê ketin. Hewaya bajarê weke sêlê disincire, li Mehmet Sait jî nehatibû. Ew jî bi nexweşîyê ket. Pişti çend mehan, malbata Mehmet Sait û ew bi xwe hini hewaya Mêrsinê bûn û hêdî hêdi nexweşî li ser xwe avêtin.

Li derdora Cihê kû koçeran konê xwe vedabûn, 10-20 malên di hebûn yên kû ji heman sedema ji Kurdistanê koç kiri bûn.
Malbata Mehmet Sait konê vedabûn û zarokan li derdora konan listokên xwe dilistin, jinan karê malê çêdikirin mêran jî li zevi û erdan de pezê xwe diçêrandin. Dema kû êvara pez vedigerîya ber bi kona, Berîvana pez ditotin, Mehmet Sait yê 4 sali tevi hevalên xwe bi berxik û karan ve mijul dibin û dilistin. Ji xeyni tunebûyan Çiyayan, jiyana Koçeran li Tersûsê jî weke jiyana Kurdistanê dewam dikir. Mêr û jin sibehê zu şiyar dibûn pez ditotîn, piştre jî şivanan pez dibirin çêrê. Zarok jî li derdora konan listokên xwe dilistin û carna jî bir berx û karan ve mijul dibûn.

Mehmet Sait, bi hevalên xwe re carna ji konan dur diket û diçûn nava bexçeyan û zevîyan, dema germahî zêde dibû jî xwe diavêtin ava çem yê kû nêzîki konên wan bû. Mehmet Sait gelek ji Sobarîye û listika Futbolê hezdikir. Cihên herî kû Mehmet Sait jê hezdikir, Bendav û Sulav bû. Her du cih jî bi 10 deqiqe nêzîki konên wan bû kû hema hema her roj Mehmet Sait tevi bi hevalên xwe re diçû wan dera heya derengi li wan dera diman û hem futbol dilistin û pişti listika wan xelas dibû xwe diavêtin çem û sobari dikirin.

Mehmet Sait û pismamê wi Osman
Hevalê Mehmet Sait yê herî baş Osman bû. Osman tenê 6 meha ji Mehmet Sait biçuktir bû, hem pismamê wi bû hem jî hevalê wi yê heri baş bû. Ji xeyni dema razanê hema hema her wextê xwe bi Osman re derbas dikir.

Di sala 1981’an de temenê Mehmet Sait bibû 8 sali, lê hêja dest bi dibistanê nekiribû. Ya bi rasti hêja gelek zarokên Koçera dest bi dibistanê nekiribûn. Wê salê Mehmet Sait û hema hema bi 10’an heval û pismamên wi dest bi dibistana “Dibistana Seretayî ya Fahrettinpaşa” kirin.
Mehmet Sait di sala 1986’an de Dibistana Seretayî ya Fahrettinpaşa bi serkefti xelas kir, ji ber pirsigirêkên aborî yên malbatî xendina xwe qedand. Mehmet Sait êdi bibû xortekî 13 sali, bi bejn û bala xwe ya bilind û bi rûkenîya xwe ji derdorê bal dikişand. Li gel hemû nexweşî û tevgerên bihêrs Mehmet Sait ji rukenîya xwe tiştek winda nedikir. Carna di nav hevalên xwe de carna jî di nav civata mezinan de kenê wi derdor dakir dikir. Kû yên kû Mehmet Sait naskiri, mirov ji kê bibirse û bixwaze Mehmet Sait bi peyvekê bide naskirin, bê guman yê bi serî de Rûkenî Mehmet Sait bine ziman. Ji ber kû Mehmet Sait pêşi ji mirova hezdikir. Piştre ji hemû zindîyan û hemû xweza û Gerdûn hezdikir. Mirovekî ji hemû zindiyan hezbike bêgûman yê bi rûken be. Ji ber vê yekê jî kenekî xweşik û bi wate herdem li ser lêvên Mehmet Sait radiwestîya.

Pişti Mehmet Sait dibistan qedand, li hember emrê xwe yê biçuk ji bo alikarîya aborî ya malê dest bi kar kir. Mehmet Sait pêşi li bexçeyan kar kir. Pişti emrê wi gihişt 16’an jî li inşaata dest bi kar kir. Bi berê sibehê heya êvara li inşaata kar dikir, pişti dihata malê jî alikarîya malbatê ji bo pez dikir. Dema kû wextekî vala bidita jî bi hevalên xwe re Futbol dilistin.

Dema kû salên 90’i destpêkirin êdi tevahîya Kurdistanê û dinyayê dibû şahidê guhertinek dîrokî. Tevgera Azadîyê gav bi gav, li Kurdîstanê belav dibû û bayê azadîyê sînorê Kurdîstanê derbas dibi û li ki deverê Kurdek hebe bêhna azadîyê digihiştand wan. Bayê azadîyê yê kû li Kurdîstanê jindaye, gihiştibû heya Tersusê.

Kurd bi saya Tevgera Azadîyê, ji xwewa bi sedsalan şiyar dibûn. Kurdên Tersûsê jî vê xwewê şiyar bibûn û ketibûn nav hewldana tekoşînê.

Mehmet Sait jî êdi dema kû êvara ji kar vedigerîya mal, lez û bez xwarinek sivik dixwar û ji mal derdiket û bi hevalên xwe re diciviyan heya derengîya şevê danûstandin dikirin. Gelek caran bi hezaran kes li hev kom dibûn diketin nava çalakîyan û meş li dardixistin. Gelek şevan jî şahî dihatin lidarxistin û bi sedan ciwanên Kurdistanî yên kû neçar mabûn ji welatê xwe koç bibin beşdarî van şahîya dibûn.

ANF Images

Heya sala 1992’yan Mehmet Sait roj bi ser karê xwe bû êvara heya derengîya şevê jî di nav xebatên tevgerêde xebat dikir.

Di Sibata 1992’yan de Mehmet Sait tevi pismamê xwe Osman û Evdila biryara tevlibûna gerilla dan. Êdi dixwastin bi hemû hebûna xwe tevli tevgerê bibin û weke şervanên azadîyê tevbigerin û têbikoşin. Mehmet Sait, di mehek Sibatê de li qontara çiyayê Kurdistanê hatibû dinê di heman mehê jî disa berê xwe da Çiyayên Kurdîstanê. Her sê pismamên hev, Mehmet Sait, Osman û Evdile pişti rêyek dirêj meha Sibata 1992’yan gihiştin Çiyayên Kurdistanê an kû heremên azad.

Mehmet Sait û her sê pismamê wi ketibûn di nava kelecanêkê de da kû bi demek zu bikevin nava şerê azadîya Kurdistanê. Li vê axê hatibûn dinê lê cara yekem bû kû bilindahî û aselata çiyan hisdikirin. Çiyayên kû bi sedsalan bibû stargeha kalên wan, iro heman çiya bibûn stargeha Şervanên Azadîya Kurdîstanê.

ANF Images

Dema kû gihiştin Çiyayên Kurdîstanê pêşi cilên xwe yên sivil avêtin, cilên xwe yên şervanêyê li xwe kirin. Kenê weke her caran li ser lêvên Mehmet Sait rû da. Bi cilên xwe yên sivil re navên xwe ji yên nû şervanên Kurdistanê standin.
Mehmet Sait êdi bû Cegerxwun, Osman bû Dijwar û Evdile jî êdi navê Fermandarê nemir Egit wergirti bû. Êdi Mehmet Sait, Osman û Evdile li paşve mabûn; bi navên Cegerxwun, Dijwar û Egit dest bi jiyana nû kiri bûn.

Bi lez û bez ketin perwedehîyê de. Di demek kurt de perwerdehîya xwe ya leşkerî û ya siyasî qedandin. Her sê jî serkefti bûn.
Di Gulan’a 1992’yan berê xwe dan Botanê. Li Warên kû lê hati bûn dinê, weke şervanên Azadiyê lê vegerîya bûn. 15’ê Gulan’a 1992’yan bi tevi 100’an Gerilla êrişek birin li ser qereqola “Taşdelen” ê ya girêdayî navçeya Qilebanê ya bajarê Şernexê.

Êrişek bi serkefti hat lidar xistin û bi derengîya şevê vegerîyan cihên xwe yên Ewlehî.

Pişti kû gihiştin cihên xwe yê ewlehî çavên Cegerxwûn li Dijwar geriya. Lê li kur nihêri Dijwar nedit. Heya berbanga sibehê li her ali çu û hat bes li tu dera Dijwar nedit.

Ber bi nivro ve agahîyên derbarê de çalakîyê de zela bûn. 13 Gerilla gihişti bûn şehadetê. Dijwar jî ji yeki wan şehîdan bû. Dema kû Cegerxwûn şehadeta Dijwar û 12 rêhevalên xwe bihist li ser kevirekî rûnişt û dilopên hêsîra ji çavên wi hatin xwarê.

Cegerxwûn dizanî bû kû şehadet bi wateye di nav rastîya PKK’ê de lê disa jî nekari hêsirên ji çavên wi dikevin bisekine. Pismamê xwe, havalê xwe yê 18 sala ya herî giring rêhevalê xwe Dijwar oxir kiribû di nav refên Şehîdên Kurdistanê de. Qesetura xwe derxist û li ser tatekî bi tîpên mezin “DİJWAR” nivisi û careke din sond xwar: “Wê tu caran Xwûn û çeka şehîdan li erdê nehêle”

Pişti çend mehan wekî Cegerxwûn sond xwari bû, li soza xwe xwedi derket çeka Dijwar hilda û navê xwe yê Cegerxwûn jî guhert û navê Dijwar hilda li ser xwe. Êdi Dijwar bû: Dijwar…

Dijwar, hemû hêz û bala xwe da da kû bibe tekoşerekî baş yê Azadîya Kurdîstanê. Bi vê helwestê çi bar ket li ser milê Dijwar bi kefxweşî û bi dil bar hilgirt û bı daxwaza rihê Şehîdên Kurdistanê şa bike tevgeriya. Çiyayên Kurdîstanê yê Botanê warê wi bû. Dengê tivinga wi û awaza kenê wi li hemû çiyayên Botan olan dida.

ANF Images

Şoreşa Kurdîstanê bi dengê ling û tifingên Dijwaran, Egidan, Demhatan, Delilan, Çekdaran, Bagokan, Saryayan, Zilanan bi dinyayê belav dibû. Bi keda şehîdan şoreş her diçû bilind dibû, azadî nêzik dikir.

Mijdara 1993’yan Dijwar xeberek din bihist. Disa li ser kevireki rûnişt û li çiyayan nihêri. Pismamê wi yên din, hevalê wi, rêhevalê wi Egid li bejahîya navçeya Baykanê ya girêdayî Sêrt’ê tevi 10 hevalên xwe keti bû nav refên şehîdên Azadîyê. Dijwar sonda xwe disa ani bira xwe: Wê tu caran Xwûn û çeka şehîdan li erdê nehêle. Dijwar navê xwe zêde kir û êdi bû Dijwar Botan. Dijwar Botan sond xwar kû bi taybetî li Botan, her bostek axa Kurdistanê wê navê şehîdan bi tipên zêrin binivise.

Egid (Abdullah Demir)

Pişti şehadata Egid, Dijwar di çalakîyek li hemberî leşkerên dagirker de bi giranî brindar bû û lingê xwe yê rastê ber bi çokê ve winda kir. Dema kû bi girani brindar bû heşê xwe we winda kir û dema kû heşê wi hat serê wi dit kû lingekî wî bi mecbûrî hatîye jêkirin. Hat bira wi kû yê di nikaribe li Çiyayên Kurdistanê şervanîyê bike û yê nikarîbe Futbolê bilize. Ji ber kû Dijwar li gel şervanîya xwe Futbollistikekî baş bû.
Pişti Dijwar lingê xwe winda kir, ev ji xwe li ber xebatên tekoşînê nekir hincet û bi hêzdarî ket nava xebatan. Ji bo tedawîya lingê xwe û ji bo xebatên ciwakî bide meşandin derbasî Suri û Rojava bû. Li wir demekî li qada Serokatîyê ji ma li wir perwerde dit.

Ditina Serok Apo li ser Dijwar bandorek mezin kir û bi sonda xurttirkirina tekoşinê da disa. Li gel lingê wi yê tûneyî Dijwar, her bostek axa Rojava gerîya û bu şopdar û xwendevanekî Rêber Apo. Di nava gelê Rojava’da xebatên herî pêşketî de cihê xwe girt.

Dema kû sala 1998’an de, komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî li hember Serokê Gelê Kurd Rêbêr Apo’de hate lidarxistin, li hemberî hemû zor û zextande jî yek gav paşve neavêt û di nav xebatan de cihê xwe domand.

Dijwar li qada Serokatîyê mabû û ji Serok Apo perwerde diti bû, bûbu şagirtê Rêber Apo. Ji ber vê yekê û soza kû dabû şehîdan, Dijwar ji xeta Serokatîyê û ji xeta şoreşgerîyê dur neket bi rengekî serketî peywir û berpirsiyarîya xwe bi biryarîyek zexm ani cih û heta sala 2001’ê li nava gel de di asta herî bilind de xebatên siyasî da meşandin.
Di serê salên 2000’anda li hemberî hevkarî, xiyanetî û nokeranên di nava tevgeredê, li gel Serokatîyê cihê xwe girt û li gorî pêwîstîyan di her qadê de kar û berpirsyarîya xwe bi cih ani. Di vê çerçeveyêde bi ser biryara bangawazîya tevgerê, Dijwar Botan bi gelek rêhevalên xwe re di sala 2001’ê de disa berê xwe da çiyayên azad û di nav karên cuda de cihê xwe girt.

Dijwar Botan li tevi xebatên siyasî weke mamosteyekî gelê Kurd jî cih girt, li ser rastiya gelê Kurd, ziman, çand û dîroka Kurdan kûr bû. Agahî û danheviyên ku di vî karî de wergirt nivîsand û pêşkêşî hevrêyên xwe û partiyê kir. Her wiha gelek pirtûkên hevrêyên xwe û partiyê wergerand Kurdî û tevkariyeke girîng li pêşketina zimanê Kurdî kir.
Di karê perwerdekirina zarokên Kurd bi zimanê dayikê, pêşvebirina zimanê Kurd û herî dawî jî di karê ji bo şehîdan ê PKK’ê de cih digirt. Di nava vî karê giran de li gel şert û mercên giran her tim bi coş, moral, kelecan, bawerî û bi îradeyek pola wezîfeya xwe pêk anî.
Carna li qempa Mexmûr weke mamosteyekî, carna li Rojava weke xebatkarekî civakî, carna jî li çiyayên azad weke şervanekî rola xwe bi irada û ferasetek mezin bi cih ani.

Dijwar Botan tevî van taybetmendiyên xwe bi dilnizmî û kedkariya xwe, bi rûkeniya xwe tevgerîya.

Dijwar Botan heta kêliya ku şehîd bibe, bi taybetmendiya xwe ya kedkariyê û hevrêtiya xwe, nîşan da ku ti nexweşî li pêşiya karê tevgerê, li pêşiya bicihanîna wezîfeyan nabe asteng.
Dijwar Botan-Mehmet Saît Demîr di nava 28 salan de bi ked û fedakariyeke wiha tevlî têkoşînê bû. Dijwar Botan yê kû li di sala 1973’yan li qontaran çiyayê Kurdistanê çavê xwe li Dinê vekiri, 7’ê Mijdar’a 2019’a li çiyayê Kurdîstanê, bi kedek û tekoşînek bêhempa ya 28 sali li pişt xwe hişt û kete nav refên Şehîdên Azadîya Kurdîstanê. İro Dijwar Botan buye mêvanê Dijwar, Egid û Delil. Dijwar bûye mêvanê hezaran Şehîdên Axa Pîroz….

ANF Images

Künye
Dijwar Botan (Mehmet Sait Demir)
Navê Dê û bav: Sisê – Osman
Sal û Cihê ji Dayikbûn: Dihê – 1973
Tevlibûn: 1992 – Mêrsîn (Tersûs)
Şehadet: 7’ê Mijdar 2019

Konê sersaxîyê jî bo Dijwar li Tersûsê

YAZARIN EKLEMİŞ OLDUĞU YAZILAR
YORUMLAR

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.